Rûsya: 5 frokeyên Ûkrayna yên Su-27 hatin têkbirin
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku li Frokexaneya Mirhorod a herêma Poltavayê 5 frokeyên şer ên Su-27 ên Ûkraynayê bi mûşekên Iskander-M hatine rûxandin û 2 froke jî hatine xerakirin.
Wezaretê vîdyoyeke ji hêrişê belav kir ku tê de xuya dibe dûman û agir ji Frokexaneya Mirhorodê bilind dibe.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku "Di encama hêrişa Rûsyayê de 5 frokeyên şer ên Su-27 hatin têkbirin."
Di dema ku Rûsya firokexaneyên li Ûkraynayê dike armanc, Kîev xwe amade dike ku firokeyên şer ên F-16 yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bikire.
Rûsya jî radigihîne ku eger Ûkrayna frokeyên F-16 bikire, ew ê wan jî têk bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin