Rûsya: Sîstema me 30 frokeyên Ûkraynayê têk birin

07 February 2024 12:36 0 dîtin
Rûsya: Sîstema me 30 frokeyên Ûkraynayê têk birin

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê angaşt ku sîstema parastina asmanî ya Rûsyayê di 24 demjimêrên borî de, li deverên cuda yên Komara Gel a Lohanskê 30 firokeyên bêmirov ên Ûkraynayê xistine xwarê.

Wezaretê her wiha angaşt ku sîstema parastinê her wiha 2 mûşekên Himars ên ku ji aliyê Ûkraynayê ve hatine avêtin jî xistine xwarê û got: "Sîstema parastina asmanî ya Rûsyayê 2 sîstemên mûşekên piravêj ên Himarê xistin xwarê."

Rûsyayê angaştibû ku ji destpêka şerê ji alî Rûsyayê ve dagirkirina Ûkraynayê ve 568 frokeyên leşkerî yên Ukraynayê, 265 helîkopter, 11 hezar û 863 frokeyên bêmirov, 462 mûşekên dijî alavên hewayî, 14 hezar û 927 tank û wesayitên din ên zirxî, hezar û 217 frokeyên şer ên mûşekên piravêj, 3 top û mûşek hatine têkbirin.

Rûsyayê her wiha angaştibû ku 18 hezar û 283 wesayîtên leşkerî yên taybet ên Ûkraynayê jî hatine rûxandin.