Ûkrayna: me 30 frokeyên Rûsyayê têk birin
Peyama Kurd - Ûkraynayê ragihand ku wan 28 frokeyên bêmîrov, 2 frokeyên şer û 2 mûşekên Rûsyayê têk birine.
Di daxuyanîya Fermandarîya Hêza Hewayî ya Ukraynayê de hate ragihand ku Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê 28 frokeyên bêmirov ên yên tîpa Şahed, 2 frokeyên şer û 2 mûşekên Rûsyayê têk birine.
Di daxuyaniya Sererkaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê bi şev bi 31 frokeyên bêmirov ên cureya "Şahed" û 2 mûşekan êrîşî axa Ukraynayê kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li herêmên Odessa, Kherson, Mikolaiv, Donetsk, Kirovograd û Khmelnitskiyê 28 frokeyên bêmirov ên Rûsyayê ji aliyê hêzên parastina asmanî yên Ukraynayê ve li hewayê hatine têkbirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rûsyayê di êrîşên bi şev de mûşeka rêwerz a tîpa X-59 û mûşeka dij-hewayî ya X-31P bi kar anîne û hat diyarkirin ku her du mûşek jî hatine bêbandorkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêma Donetsk ji aliyê Hêza Hewayî ya Ukraynayê ve frokeyeke tîpa Su-34 û li Behra Reş jî balafireke bi tîpa Su-30SM yên Rûsyayê hatiye xistin.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Odessa Oleg Kiper jî di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medya civakî de diyar kir ku 17 balafirên bêmirov ên ku Rûsyayê di êrîşên bi şev de bi kar dianîn li herêma Odessa hatin îmhakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin