Rûsya: 75 frokeyên bêmirov ên Ûkraynayê hatin têkbirin

09 August 2024 13:22 0 dîtin
Rûsya: 75 frokeyên bêmirov ên Ûkraynayê hatin têkbirin

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ku Ûkraynayê îşev li dijî gellek herêmên axa Rûsyayê hêriş pêk aniye û di encama hêrişan de 75 frokeyên bêmirov ên Ûkraynayê hatine têkbirin.

Di daxuyanîya wezaretê de hate diyarkirin ku di encama hêrişên Ûkraynayê de li herêma Belgorodê 26, li herêma Lipetsk 19, li herêma Qirim û Deryaya Rej 13, li herêma Kurskê 7, li herêma Bryansk 5, li herêma Voronezh 4 û li herêma Orlovê jî 1 frokeyên bêmirov ên Ûkraynayê hatine têkbirin.

Wezaretê angaşt ku di encama van hêrişan de li Kirim û Behra Reş jî 7 alavên deryayî yên bêmirov ên Ûkraynayê ji aliyê pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê ve hatine têkbirin.

Parêzgarê Herêma Lîpetskê yê Rûsyayê Îgor Artamonov, di daxuyaniya xwe ya li ser kanala Telegramê de diyar kir ku di encama hêrîşên hewayî yên Ûkraynayê de 9 kes birîndar bûne.

Artamonov diyar kir ku birîndar rakirine nexweşxaneyan û got ku wan biryar daye ku çalakiyên şahiyê yên li herêmê bêne betalkirin.

Parêzgarê Herêma Belgorodê Vyacheslav Gladkov jî ragihand ku li bajarê Şebekînoyê 4 frokeyên bêmirov ên Ûkraynayê li avahiyeke apartmaneke pirqatî ketine.