CEOyê Pfizerê: Em jê ne pistrastin ku derzî pêsiya belavbûna koronayê digire

04 December 2020 15:55 0 dîtin
CEOyê Pfizerê: Em jê ne pistrastin ku derzî pêsiya belavbûna koronayê digire

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê kompaniya dermanan a Amerîkî Pfizerê Albert Bourla, li ser derziya Covid-19 a ku bi kompaniya Almanî BioNTech re bipêş xistine diyar kir ku ew jê ne piştrastin ku kesên derziya wan li xwe bixin vîrusa  koronayê belav nakin.

Albert Bourla ji televizyona Amerîkî NBCyê re ragihandiye ku li gorî daneyên li ber destê wan ew nikarin bêjin, kesên derziyê li xwe bixin koronayê belav nakin.

CEOyê Pfizerê gotiye, divê ew mijar bê lêkolînkirin, lê ew niha nikarin li ser tiştekî bibêjin.

Hêjayî gotinê ye, yekem derziya korona ya ku pêşî li Brîtanyayê ji bo bikaranînê hatiye pesendkirin ya Pfizer/BioNTechê ye ku tê çaverêkirin li Amerîkayê 10ê Kanûnê li Ewropa jî 12ê Çileyê 2021ê ji aliyê saziyên pêwendîdar ve werin pesendkirin û dest bi derzîkirina xelkê bê kirin.

Beriya niha berpirsên Pfizer/BioNTechê ragihandibûn ku di qonaxa sêyem a ceribandinan de derziya wan ji sedî 95 bi bandor bûye li dijî koronayê û hemû testên ewlehiyê derbas kirine.