Ceze li hevsaredarê Qaqizmanê hat birîn, çûnûhatina navçeyê hat qedexekirin

21 February 2025 14:21 0 dîtin
Ceze li hevsaredarê Qaqizmanê hat birîn, çûnûhatina navçeyê hat qedexekirin

PeyamaKurd – Piştî ku 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê navçeya Qersê Qaqizmanê Mehmet Alkanê ji partiya DEMê hat birîn, ketina navçeyê hat qedexekirin.

​​​​​ Hevşaredarên Şaredariya Qaqizmanê, diyar kirin ku cezayê girtîgehê yê ku li Mehmet Alkan hatiye dayîn pankarta “Em bi hilbijartinê hatin, em bi qeyûm re dernakevin” li avahiya şaredariyê daliqandin.

Ji aliyê Walîtiya Qersê ve duh êvarî nîvê şevê ji bo 10 rojan qedexeya ji bo xwepêşandan û çalakiyan hatibû îlankirin, li hemû rêyên ku diçin navçeya Qaqizmanê noqteyên kontrolê hatin danîn.

Kesên ku dixwazin biçin Qaqizmanê tên rawestandin û bi paş de tên vegerandin. 

Di wê dozê de ku duh li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê hat dîtin, dozger xwest Mehmet Alkan bi îdiaya “endamê rêxistina terorê ya çekdar” bê cezakirin. 

Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Alkan birî. 

Ew di 1ê Mijdara 2019an de di operasyonekê de hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. 

Alkan di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de ji Partiya DEMê bi 32.68ê weke şaredar hatibû hilbijartin.