Ceza li hevsaredarê Dêrsimê hat birîn

20 November 2024 15:30 0 dîtin
Ceza li hevsaredarê Dêrsimê hat birîn

PeyamaKurd – 6 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulûrê Mustafa Sarigul hat birîn.

Danişîna biryarê ya doza ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak de hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat dîtin. Nûnerên partiyên siyasî beşdarî danişînê bûn. Parêzeran di danişînê de ji bo miwekîlên xwe beraat xwestin.

Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Cevdet Konak birî.

Şaredarê navçeya Pulûrê (Ovacikê) Dêrsimê Mustafa Sarigul jî ku di çarçoveya heman dosyayê de dihat darizandin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh” cezayê girtîgehê li wî jî hat birîn.

Hat diyarkirin ku der barê ceza de ku hatiye dayîn dê li ber şaredariya Dêrsimê daxuyanî bê dayîn.