Chelsea bû sampiyonê Lîga Sampiyonan!
PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Îngilîz Chelsea di yariya fînalê ya şevê din 29ê Gulanê doe, Manchester City bi encama 1-0 têk bir û di dîroka xwe de cara duyem bû şampiyonê Lîga Şampiyonan.
Di yariya fînalê ya li Stadyûma Dragao ya Portoyê hat lîstin de, du tîmên îngilîz Chelsea û MAN City hatin pêşberî hev.
Di nîveka yekê ya yariyê de, Chelsea bi gola Kay Havert di xuleka 42an de ket pêşiya Mancester City û yarîya şampiyoniyê bi vê encamê bi dawî bû.
Chelsea bi vê serkeftinê re, cara duyem bû şampiyonê Champion League ku beriya niha di sala 2012an de şampiyonî wergirtibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin