CHP: Erdogan dikare cara sêyemîn bibe berbijêrê serokkomariyê, lê divê...
PeyamaKurd – Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Faik Oztrak li ser gotinên Erdogan ku dibêje ew ê careke din bibe berbijêrê serokkomariyê axivî û diyar kir: “Eger Parlamentoya Tirkiyê biryara nûkirina hilbijartinê bide, Erdogan dikare cara sêyemîn bibe berbijêrê serokkomariyê, lê divê hilbijartin 2ê Nîsana 2023an bê kirin.”
Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Faik Oztrak 1ê Sibata 2023an derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe de daxuyanî da û li ser gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû; “Em kronometreyê ji nû de didin destpêkirin” diyar kir, yek rêya wê heye, ew jî ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve biryara nûkirina hilbijartinan e û got: “Werin meydanê! Bila partiya we pêşniyara ji bo hilbijartinê roja Yekşemê 2ê Nîsana 2023an bên kirin bîne parlamentoyê û em jî wê piştgiriyê bidin.”
Erdogan jî 1ê Sibata 2023an di bernameyekê de derbarê berbijêrbûna xwe de axivî û da zanîn: "Tu astengî li pêşiya berbijêrbûnê nîne. Li gor hiqûqê ye. Ev nîqaş ji aliyê wan kesên hêviya xwe ji sindoqê birîne tê kirin ku hewlên şolîkirina avê ne."
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, yekem car sala 2014an berî guhertina sîstema rêveberiya Tirkiyê, di sîstema hikûmeta parlamenteriyê de wek Serokomarê Tirkiyê hat hilbijartin. Cara duyem jî piştî guhertina sîstema ji bo hikûmeta serokkomariyê, di sala 2018an de bibû Serokkomarê Tirkiyê.
Heriha beşek hiqûqnasên Tirkiyê eşkere dikin, ji bo Erdogan bibe berbijêr, divê Parlamento bê hilweşandin û biryara hilbijartina pêşwext bê dayîn. Beşek ji opozîsyonê jî di wê baweriyê de ne ku eger ev biryar bê dayîn divê herî dereng di Nîsana îsal de li Tirkiyê hilbijartin bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin