Erdogan qanûna ku dikare car din bibe serokkomar ragihand

28 January 2023 18:35 0 dîtin
Erdogan qanûna ku dikare car din bibe serokkomar ragihand

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recepe Tayip Erdoğan li ser ku di medyayê de û di nav hinek partiyên siyasî de têgotin ev cara duyeme Erdoğan bûye serokkomarê Tirkiyê û cara sêyem nikare bibe namzedê serokkomariyê, Erdoğan xala qanûn ya ku dikare bibe namzed ji raya giştî û medyayê re li bajarê Denizliyê ragihand. Erdoğan weha got:

“Guherandina di destûra Tirkiyê de ya ku di sala 2017an de hat qebûlkirin, nahêle ku li ser namzediyê niqaş bêkirin û zelale. Tirkiye bi hilbijartina 2018an derbasî sîstema îdarê ya nûh bû. Ji ber wê, kronometreyê kir sifir. Serokkomarê ku di sala 2018an de bê hilbijartin dibe serokkomarê sîstema nû yê ewilî.”

Erdoğan dibêje ku li gor qanûna 2017an ku di peyde di sala 2018an de hilbijartina serokkomariyê çêbû, li gor qanûn; hilbijartina 2018an ya serokkomariyê ya sîstema nû ya ewiliyê û eger vê dewerê bibe namzed, dibe dewra wî duyem ya serokkomariyê.