CHPê ji bo proseya astiyê nexserêyek amade kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji bo serketina proseya nû ya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, paketeke 20 xalî amade kiriye û wê di demeke nêzîk de ragihîne.
Li gor raportên medya Tirkiyeyê, di nexşerêya CHPê de tê gotin, “Divê dawî li siyaseta qeyûman bê anîn ji bo ku gavên serxistina pêvajoya nû ya aştiyê û pirsa kurd dest pê bikin. Divê ji bo vê yekê jî komîsyoneke parlamentoyê bê avakirin.”
Herwiha CHPê di beşeke din a nexşerêya xwe de, daxwaza zêdekirina cezayên bikaranîna gotinên nefretê li dijî pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, wê hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimoglu û Tuncer Bakirhan nava hefteyê li ser mijara pêvajoya nû serdana CHPê bikin û banga Ocalan û rewşa dawî ligel Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û heyeta CHPê gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin