Cîgirê Trump: Em dê pêkhateyên Sûriyeyê biparêzin
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Fance got: “Em hêzên xwe ji Sûriyeyê venakişînin û em ê pêkhateyên Sûriyeyê biparêzin.”
Axaftina JD Fance di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji meha Çileya borî ve xwe ji daxuyaniyên li ser rewşa Sûriyeyê bi dûr dixe.
JD Fance ji Fox News re got:
“Em ê leşkerên nû li Sûriyeyê bicîh nekin, lê çi ji destê me bê, ji bo parastina pêkhateyan em ê bikin, bi rêya dîplomasî û aboriyê.”
Cîgirê Serokê Amerîkayê diyar kir:
“Hewce ye ku birêveberiya nû ya Amerîkayê zanibe ku ew bi kê re danûstandinê dike.”
Wî her weha got:
“Ew hêz Amerîkayê ye ku garantiya parastina pêkhateyan bike, di nav wan de Xiristiyan û Durzî jî.”
JD Fance anî zimên ku Amerîka bi hevalbendên xwe re kar dike ku birêveberiya nû ya Sûriyeyê teşwîq bike da ku Xiristiyan, Durziyan û yên din biparêze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin