Trump li ser "Sûriyeyê" daxuyanî da
PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê DYAyê Trump di daxuyaniya xwe ya derbarê Sûriyeyê de got ku ‘ew ê xwedî li xwe derkevin’.
Donald Trumpê ku wek 47emîn Serokê Amerîkayê hat hilbijartin, derbarê Sûriyê de axivî. Trump di çarçoveya serdana xwe ya Parîsê de ji bo vekirina Katedrala Notre Dame di 7ê Kanûnê de bi kovara Paris Matchê re hevpeyvînek kir.
Trump di hevpeyvînê de di nirxandina krîzên navneteweyî û rewşa Rojhilata Navîn de diyar kir ku di krîzên navneteweyî de "pêşîniya" wan çareserkirina pirsgirêka Ukraynayê ya bi Rûsyayê re ye.
Derbarê rewşa Rojhilata Navîn de ku Îsraîl êrîşên xwe didomîne û rejîma Beşar Esed li Sûriyê têk çû Trump got, "Rêveberiya Rojhilata Navîn rewşeke kêmtir zehmet e."
Trump got, "Li cîhanê ewqas krîz hene. Di demên dawî de ji Sûriyeyê nûçeyên me hatin. Ji ber ku em ê nekevin nava hewldanan, wê xwedî li xwe derbikevin. Fransa jî tevlî nabe."
Trump destnîşan kir ku mijara sereke ya wan çareseriya pirsgirêka Ukraynayê ya bi Rûsyayê re ye û wiha got: "Ev her du welat rastî xisarên mirovî yên bêhempa tên. Bi sed hezaran leşker hatin kuştin. Rojhilata Navîn jî girîng e, lê ez difikirim ku birêvebirina wê ji Ukrayna û Rûsyayê kêmtir zehmet e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin