Cîgirê Wezîrê Derve yê DYA: Divê henartina nefta Kurdistan destpê bike

17 September 2024 12:54 0 dîtin
Cîgirê Wezîrê Derve yê DYA: Divê henartina nefta Kurdistan destpê bike

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Geoffrey R. Pyatt got ku ew bi Mesrûr Barzanî axiviye û jê re gotiye, “Divê henartina nefta Herêma Kurdistanê dest pê bike.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê DYA Geoffrey R. Pyattê ku ji karên enerjiyê yên DYAyê jî berpirsiyar e ji Rûdawê re got: “Min roja înê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re pêwendiyeke gelekî baş a telefonî kir.”

“Ez matmayî mam”

Geoffrey R. Pyatt ragihand ku wî ji bo mêvanperweriya wan spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye û jê re gotiye, “Ez ji ber wan tiştên ku li Herêma Kurdistanê ji bo hilberînê enerjiyê tên kirin matmayî mam.”

“Hewlêr Oklahomaya biçûk e”

Cîgirê Wezîrê Derve yê DYAyê, Hewler şiband wilayeta Oklahomayê ya DYAyê û got: “Dema ez li Hewlêrê bûm min got ku Hewlêr Oklahomaya biçûk e, ev nêrîna me ye.”

“Helwesta Amerîkayê zelal e”

Geoffrey R. Pyatt li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê wiha got: “Helwesta Amerîkayê ya li ser vê mijarê zelal e, divê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.”

Dadgeha Bazirganiya Navneteweyî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Herêma Kurdistanê beriya wê biryarê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol bi rêya wê xetê difirot.

Nêzîkî 75 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê dihat hinartin.