Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîka serdana Enqerê dike
PeyamaKurd – Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Wendy Sherman, hefteya pêş serdana Enqere ya paytexta Tirkiyê dike.
Li gor zanyariyan, bi serdana Sherman re dê rêveberiya Serok Joe Biden cara pêşî derbasî Tirkiyê be.
Wezareta Karên Derve ya Amerîka bi daxuyaniyekê diyar kir, Sherman dê di serdanê de balê bikşîne ser girîngiya pêwendiyên Washington û Enqerê.
Herwiha çaverê ye, Serok Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di Hilcivîna NATO de, ku dê di 14ê Hezîranê de li Brukselê çêbibe, hevdîtinekê pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin