Cîgirê Sanderê Amerîkayê yê Berê: Servanên HSDê bastirîn hêz in

02 April 2021 13:30 0 dîtin
Cîgirê Sanderê Amerîkayê yê Berê: Servanên HSDê bastirîn hêz in

PeyamaKurd – Derbarê rola şervanan di şerê li dijî DAIŞê de, Cîgirê Şanderê Amerîkayê yê Berê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de diyar dike, di nava kom û hêzên ku Amerîkayê perwerde daye wan, şervan baştirîn hêz in.

Li gor di hevpeyvîneke de Cîgirê Şanderê Amerîkayê yê Berê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de Wiliyam Rouback destnîşan dike: “Kurd li gel Erebên Bakurê Rojhilatê Sûriyê, xwe birêxistin kirin û Hêzên Sûriya Demokratîk damezrandin û ew jî ew hêz bû ku me di şerê li dijî DAIŞê pişta xwe girêda wê. Ew hêz ji bo têkbirina DAIŞê, gelek girîng bû. HSD hêzek Kurd û Ereb jî têde bû, lê belê tekez hejmarek ji berpirsên wê yên girîng Kurd bûn ku pêştir di rêxistinên de bûn.”

Rouback dide zanîn, “Şervan di rûbirûbûna DAIŞê de gelek wêrek bûn û amaade bûn qurbanî bidin. Di warê leşkerî de xwedî dîsîplîn bûn, wan şerekî baş kir. Ew hêza taybet a Amerîkayê ku ez pê re axivîm, amaje dikirin ku ew (şervan) baştirîn kom in ku di nava çend dehsalên borî de wan rahênan daye wan. Lewma ezmûna wan ji bo şerê li dijî DAIŞê gelek pêwîst bû. Me li gel wan ew kar kir. Me rahênan bi wan kir, me çek da wan û me bi hev re hin operasyon encam dan, lê ew stûna sereke ya şer bûn.”

Herwiha li gor gotina Rouback, sedemeke din ku bû sedem şervan wî şerî bikin, sûdwergirtina ji wan pêwendiyan bû ku li gel Amerîkayê hebûn, da ku “curek ji rewatiyê bi dest bînin ji bo daxwazên siyasî û rewatiyekê jî bidestbixin ji bo hin daxwazên xwe weke gel, ji wan jî di warê naskirina nasnameya kulturî û zimanî de.”

Rouback herwiha qala têkiliyên navbera şervanan û Amerîkayê kir û got: “Şervanan gelek bijardeyên wan tunebûn. Rewşeke gelek zehmet bû. Şer bû û serederîkirina li gel me yek ji bijardeyan bû û wê yekê sûd jibo wan jî hebû. Li hin cihan berjewendiyên me û wan hev digirt û lewma jî wan giringî dida pêwendiyan, ew pêwendî di berjewendiya me her du aliyan de bû.”

Cîgirê Şanderê Amerîkayê yê Berê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de, amaje bi bihêzbûna DAIŞê dike û destnîşan dike, rast e DAIŞ rastî şikesteke mezin bûye, lê hêj çekdarên wê rêxistina tundajo li navçeyên dûrdestên Iraq û Sûriyê hene û divê bi awayekê berdewam bal li ser wê rêxistinê be û kar bê kirin, da ku rê neyê dan bihêz bibe.