Cîgirê Trumpî Mike Pence seredana Îsraîlê dike

16 January 2020 00:19 0 dîtin
Cîgirê Trumpî Mike Pence seredana Îsraîlê dike

PeyamaKurd- Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence bo tevlî 5 emîn Forma Holocaust ya dinyayê bibe, di 22 yê mehê de diçe Îsraîlê. Li gor ragihandina berdevkiya çapemeniyê ya Koşka Sipî; Pence û hevjîna wî Karen Pence di 22-25 ê mehê de wê seredana Îsraîlê û Vatîkanê bikin.

Pence wê di 23 yê mehê de tevlî forma Îsraîlê ya bi navê Holocaust bibe û wê bi beşdarvanên formê re hevdîtinan bike. Di 25 ê mehê de wê here Vatîkanê û li wê derê bi Papa Franciscus re hevdîtin bike û dagere Amerîkayê.