Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Bogdanov îro serdana Hewlêrê dike

29 January 2020 12:02 0 dîtin
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Bogdanov îro serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd-  Îro Çarşemê (29.01.2020) piştî demeke din Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê dike.

Li gor agahiyên Fermangeha Peyvendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Çarşemê saet 10:30an Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û nûnerê serokê Rûsyayê yê karûbarên rojhilata navîn û welatên Afrîqayê Mikhail Bogdanov serdana Hewlêrê dike. 

Tê çaverêkirin Bogdanov di vê serdana xwe de  li gel berpirsên payebilind ên herêma Kurdistanê bicive û peyvendiyên her du aliyan û çend pirsekên din ên giring guftûgo bike.