Çînê 100 milyon ton rezervên neftê kesf kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Çînê li bakurê rojhilatê Deryaya Çînê ya Başûr, 100 milyon ton rezervên nefta xam keşf kiriye.
Li gorî daxuyaniya Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Derve ya Çînê (CNOOC) li Qada Nefta Deryaya Başûr a Kaypingê ya 300 kîlometre dûrî parêzgeha Guangdong a li başûrê welêt rezerveke nû hat dîtin.
Hat diyarkirin ku li qada neftê ya ku kûrahiya wê ya navîn 500 metre ye 100 milyon ton nefta xav a sivik heye.
Serokê CNOOCê Cou Xinhuai di nirxandina xwe ya derbarê mijarê de diyar kir ku kolandina di kûrahiyê de û sondaja wê, dê hilberîna neft û gaza xwezayî ya welêt zêde bike.
Şîrketa li deryaya neftê û sondajên xwezayî li Deryaya Buhay li bakurê Çînê û li Deryaya Çînê ya Başûr li başûr pêk tîne. Armanca wê ew e ku di sala 2024an de 700 heta 720 milyon bermîlên neftê derxîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin