ENKS: Ji ber Qendîlê her sal ji 6 milyonan zêdetir bermîlên neftê didin rejîma Sûriyê
PeyamaKurd – Endamê rêveberiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) axivî û da zanîn, ji ber fişarên Qendîlê li ser îdareya Rojavayê Kurdistanê, her sal zêdetir ji 6 milyon bermîlên neftê ji rejîma Sûriyê re tê dayîn, da ku li Rojavayê Kurdistanê bimînin.
Endamê rêveberiya ENKSê Nûrî Birîmo diyar kiriye: ‘‘Ji roja Beşar Esed Rojavayê Kurdistanê radestî PKKê kiriye heta niha, bazirganî û karên binve binve di navbera PKKê û hikûmeta Sûriyê de berdewam in. Niha jî bi berdewamî 6 neft bi qaçaxî li Rojavayê Kurdistanê ve bi Şamê diçe û salane 6 milyon bermîlên nefte divê ji hikûmeta Sûriyê re bê dayîn.’’
Herwiha destnîşan kir: ‘‘Heta sala borî jî aşê genim û arê Cizîrê di dest rejîmê de bûye û niha PYD di bin destê wan bixwe de ye. Arê xelkê tine û bi qaçaxî hemû ji Şamê re tê şandin. Rêkeftinekî wisa hatiye kirin, PKK wek parastvan be bo parêzgerî li bîrên neftê bike û PKK neftê bifroşe û dolar bişîne bo Şamê.’’
Nûrî Birîmo eşkere kir: ‘‘PYD û PKK destê wan di qaçaxçîtiya mezin a li gel hikûmeta Sûriyê de heye. Berdewam nefta zêdetir ji hikûmeta Sûriyê re tê dayîn û hîn boriya nefta Rimêlan û Hemis di kar de ye û berdewam jî neft bi tankeran diçe bo Şamê. Balefirgeha Qamişlo û Şam yek rojê jî naraweste. Berdewam PKK cezayên Şamê ji aliyê Amerîkayê ve sivik dike. Zanyarî hene ku bi rêya balefirgehê ve macerayên mezin li ser Rojavê Kurdistanê de anîne.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin