Polonya: Dibe ku ji 7 milyonan zêdetir penaberên Ukraynayî li Polonyayê bimînin

07 April 2022 16:57 0 dîtin
Polonya: Dibe ku ji 7 milyonan zêdetir penaberên Ukraynayî li Polonyayê bimînin

PeyamaKurd-Polonyayê hejmara penaberên Ukraynayî yên mayînde ji 2 milyon û 800 hezarî, heta 7 milyon û 300 hezarî zêde kir.

Alîkarê Wezîrê Polîtîkayên Herêmî yê Polonyayê Małgorzata Jarosińska-Jedynak da zanîn ku wan heta niha 2 milyon û nîv penaberên Ukraynayî qebûl kiriye. Jedynak da zanîn ku heger wisa bidome, dê 11 milyon Ukraynayî neçarî koçberiyê bibin. Li ser vê mijarê jî bi berdewamî got, em dikarin mazûvaniyê ji zêdetir penaberên Ukraynayê re bikin û em li ser mayîna 7 milyon û 300 hezar penaberan nirxandinên xwe didomînin.

Li gorî daneyên Serperiştiya Penaberan a Miletên Yekbûyî: ji 24ê Sibatê û heta niha 4 milyon û 215 hezar Ukraynayî ji welatê xwe reviyane.