Heta niha 1,3 milyonan zêdetir karmendên tenduristiyê bi Korona ketine

18 July 2020 09:31 0 dîtin
Heta niha 1,3 milyonan zêdetir karmendên tenduristiyê bi Korona ketine

PeyamaKurd – Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand,  heta niha li seranserê cîhanê ji 1,3 milyonan zêdetir doktor û karmendên tenduristiyê bi vîrusa Korona ketine.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir, ev hejmar ji %10 tamamê pêketîyên vîrusa Korona yên li cîhanê ne.


Ghebreyesus da zanîn, doktor û karmendên tenduristiyê, bo têkoşîna li dijî vîrusa Korona, di rewşên giran de dixebitin û bal kişand ku psîkolojîyên wan jî xerab dibe.

Herwiha Ghebreyesus got, ‘’Em pir deyndarê wan doktor û karmendên tenduristiyê ne.’’

Serokê WHO diyar kir, divê bo rîskên belavbûna vîrusa Korona yên di navbera doktor û karmendên tenduristiyê de, xebatên berfirehtir werin çêkirin.