Rêber Ehmed: Heta niha zêdetirî 2 hezar keç û jinên êzidî hatine rizgarkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, îro 10ê Mijdarê di konferanseke li paytext Hewlêrê de got, hikûmeta herêma Kurdistanê hewlên zêde dane ji bo rizgarkirina 2 hezar zêdetir jin û keçên êzdiî ji destê DAIŞê, lê dîsa jî hîn çarenivîsa bi sedan revandiyên DAIŞê diyar nebûye û hewldanên wan berdewam in.
Rêber Ehmed di konferansa helsengandina 20an a biryara taybet derbarê jinan li encûmena asayîşê got: “Cihê şermezariyê ye îro di sedsala 21ê de behsa revandin û koletiya jinan em bikin. Hikûmeta herêma Kurdistanê hewlên zêde dane ji bo rizgarkirina zêdetir ji 2 hezar jin û keçên êzidî ji koletiyê, lê hîn çarenivîsa bi sedan kesên din ên revandiyên DAIŞê ne diyare û bêserûşûn in.”
Rêber Ehmed ji rojnamevanan re diyar kir: “Divê em hewl bidin bi hemû hêza xwe ve kar bikin wan jin û keçên bêserûşûn bibînin û vegerînin hembêza civakê û derfeta wekheviyê bo jin û beşdarkirina wan a ji bo biryaran, dê bibe çand di nav civakê û yekem car nav malbatê de û piştre jî li dibistanan bi wane divê ji wan re bê vegotin.”
Rêber Ehmed da zanî; “Li gor raportên Netewên Yekbûyî beşdariya jinan li danûstandinên fermî yên aştiyê de pir kêm e, lê hebûna jinan û beşdariya aktîf di wan waran de yek ji mercên herî serekî ye ji bo bidestanîna aştî û aramiyê bi taybet piştî krîz û bûyerên şer.”
Ehmed got, “Di şerê dijî DAIŞê de jin xwedî roleke aktîf bûn û bandora wan hebû di tekoşîna hemberî terorîstan de. Jin di xetên pêş de mil bi milê zilaman şer kirin. Nav civakê jî bi berxwedêrî milê xwe dan ber hemû krîzên ji wê demê heta niha li herêma Kurdistanê hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin