Rêber Ehmed: Wê têkosîna dijî tundiya li ser jinan heta nehistina wê bidome

10 December 2023 16:23 0 dîtin
Rêber Ehmed: Wê têkosîna dijî tundiya li ser jinan heta nehistina wê bidome

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, bi minasebeta dawîbûna kampanyaya 16 rojan a tundiya dijî jinan axaftinek kir û ragihand, ew ê heta bidawîbûna tundiya li ser jinê û takên civakê têkoşîna nehîştina hizra tundiyê bidomînin.

Rêber Ehmed di merasîma roja dawî ya kampanyaya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de xuyakirin: “Niha hewldanên her kesî ji bo nehîştina tundiya li ser jin û keçan, ji her demê wêrektir e, 16 rojên borî bîranînek bi bandor û girîng bû ku berpirsyariya me hemûyan e gavên rasteqîne bavêjin, ji bo jîngeheke aştiyane ku jin bi azadî, bê tirs û dûrî hemû cureyên tundiyê bijîn.”

Wezîrê Navxwe got: “Di rojên kampanyayê de me dît ku bandor û karvedana tundiyê li ser bingeha regez, temen, netewe, ol, rewşa civakî, rewşa aborî, ti sînoran nas nake û sînorên erdnîgarî jî derbas dike û bûye xewneke giran ya rojane ya bi milyonan jinan li ser asta cîhanê. Kampanyaya li dijî tundiyê li ser jinê, ronahî xiste ser girîngiya lihevhatin û hevgirtina hemûyan ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û ev rastî îspat kir ku hişmendiya civakî gav bi gav bilind dibe û pêş ve diçe.”

Herwiha Rêber Ehmed da zanîn: “Tevî ku kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li hember jinê bi dawî bûye, lê têkoşîna me ya li dijî tundiyê dewam dike û bi dawî nabe. Di şûna wê de, em ê bigihin qonaxa xwe ya mayînde ya rakirin û nehîştina hizra tundiyê û em ê rûbirûyî her nerît, bîroke û diyardeyên ku dibin sedema tundiyê, bibin.”

Ehmed bibîr xist: “Medyaya civakî amûrek bikêr e ku qurbanî û dengên bindest han bidin ku xwe li van platforman bibînin û çîrokên xwe bikin ders, da ku kesên din êdî nebin qurbanî.”

Rêber Ehmed destnîşan kir: “Hişyarbûn bi tenê têrê nake, lê divê em gotinên xwe bikin kiryarên berçav. Em di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de her tim parêzvanê qurbaniyan bûne û bi tundî rûbirûyê tawanbaran bûne.”