Rêber Ehmed: Di tekosîna her cure tundiya li dijî jinan de em ê berdewam bin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, hikûmet di tekoşîna hemû cure tundiya li dijî jinan de dê berdewam be û eşkera kir, hîn jî jinên herêma Kurdistanê rastî hin cure tundiyan tên.
Wezîrê navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed di kampanya 16 rojî ya tekoşîna li hember tundiya dijî jinan de gotarek pêşkeş kir û got, ‘’Em we piştrast dikin ku hikûmeta herêma Kurdistanê hemû hewlekî dê bide bo nehiştina tundiyê bi giştî û bi taybet jî tundiya dijî jin.’’
Herweha Rêber Ehmed got, saziyên hikûmetê nikarin bi tenê vê erkî bicîh bînin, ji ber pêwîs te rêxistinên civaka sivîl, bi taybet jî rêxistinên jinan, zanayên olî, zanko û navendên xwandinê, rewşenbîr û çapemenî jî vê derbarê de alîkar be.’’
‘Jinên Kurdistanê di dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de roleke aktîf girtine serxwe’
Herweha diyar kir, jinên Kurdistanê di dirêjayiya dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de rolekî aktîf girtine serxwe û hemû bela û ew mercên giran ên ser civaka Kurdistanê de hatine, jinên Kurdistanê dervey wê zilma netewî rastî zulmekî din a civakî jî hatiye ku ya herî diyar jî ew zulme bû ku jinên kurdên êzdî ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve rast hatin.
‘Di tekoşîna li hember tundiya jinan de pêşketinên baş çûbûn’
Wezîrê navxwe got, herêma Kurdistanê qonaxên baş di tekoşîna li hember tundiya jinan de pêşde çûye, bi taybet jî nav wan de cezayê kujerên jinan û pirsa pir jinan re zewacê de bi yasa hatiye rêxistin kirin. Lê neveşart ku li gel wan hemû destkeftan jî, hîn jin rastî gelek awayên tundiyê tên, nav wan de jî destdirêjî û binpêkirinên seksî, sunnet kirin û kuştin jî nav wan binpê kirinan de ne.
Ehmed got, hikûmeta herêma Kurdistanê hewldanên xwe bo her cure her tundiyekî dijî jinan de tekoşîna xwe dê berdewam be. Ji ber wê jî daxwaz ji hemû çînên civaka Kurdistanê kir ku alîkar bin: ‘’Divê tundiya li dijî jinan û keçan bê rawestandin. Pêwîste zêdetir piştgirî li qurbaniyan re bê kirin û divê kesên tewanên waha kiribin berpirs bên girtin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin