Çîn: Em ê li Çiyayê Everestê, îstasyona herî mezin a cîhanê damezirînin

02 May 2022 00:54 0 dîtin
Çîn: Em ê li Çiyayê Everestê, îstasyona herî mezin a cîhanê damezirînin

PeyamaKurd-Çînê ragihand ku ew ê îstasyona herî mezin a cîhanê ya hewanasiyê, li Çiyayê Everestê damezirînin. Armanca damezirandina vê îstasyonê jî ew e ku pêşdîtinên li ser hewayê hêsantir werin kirin.

Alîkarê berdest ê Enstîtuya Lêkolîna Platoya Tîbet a Akademiya Zanistên Çînê, Zhao Huabiao; di derbarê projeya Çînê ya li sînorê Nepalê de agahî dan. Li gorî agahiyên hatin dayîn, dê ev proje li Çiyayê Everestê bê cîbicîkirin. Zhao Huabiao da zanîn ku dê li lûtkeya herî berz a cîhanê ya Çiyayê Everestê, li bilindahiya 8.800 metreyî, îstasyona çavdêriya hewanasiyê bê damezirandin. Hat ragihandin ku heger îstasyon bi awayeî serkeftî were damezirandin, dê bibe îstasyona herî berz a hewanasiyê ya cîhanî.

Huabiao da zanîn ku li quntarê başûr ê çiyayî, li bilindahiya 8.430 metreyî îstasyonek heye, lê ji ber ku bakur û başûrê quntaran ji aliyê şert û mercên hewayê ve ji hev cuda ne, hewcedarî pê gelek zêde bû ku ev îstasyon were damezirandin. Hat zanîn ku bi vê îstasyonê dê ji pêşî de hatina musoyê were zanîn û dê texmînên li ser musoyê jî werin hêsankirin.

Ji bo ku proje were cîbicîkirin, hat ragihandin ku ew li benda şert û mercên başbûna hewayê ne da ku muhendîsên xwe bişînin.