Li Antartîkayê parçeyê herî mezin yê çiyayê qesayê hilqetiya
PeyamaKurd – Salên dawî ji ber zêdebûna germê, qeşa roj bi roj bêhtir dihele. Herî dawî li Antartîka bi qasî nîva Grava Korsîka, parçeyê herî mezin yê çiyayê qeşayê hilqetiya.
Li gor ajansa Feza ya Ewropa (ESA) diyar kir, li bakur-rojavayê Antartîka, parçeyê mezin yê qeşayê ku hilqetiya, ber bi Deryaya Weddell ve diçe.
Ajansê parçeya qeşa yê ku 4 hezar û 320 kîlometre mezin e, bi rêya dîmenên ji fezayê girtî li ser malpera xwe bi raya giştî re parve kir.
Parçeyê qeşa ya navê “A-76” lê hate kirin170 kîlometre dirêj û 25 kîlometreyan jî pehne.
Beriya niha parçeya herî mezin ya qeşayê ku hilqetiya “A-23A” bû.
Ew jî herêmeke 3 hezar û 380 kîlometre li xwe girtibû.
Zanyar jî sedema hilqetîna parçeyên qeşa bi rewşa germahiyê ve girê didin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin