Çînê peykên PIESAT-2 avêtin

18 December 2024 11:33 0 dîtin
Çînê peykên PIESAT-2 avêtin

PeyamaKurd – Çînê peykên PIESAT-2 bi radareke taybet şand fezayê ku ji bo şopandina guherînên qalika dinyayê tê bikaranîn.

Li gorî nûçeya Şînhuayê, 4 peykên bi koda PIESAT-2 09, 10, 11, 12 ji Navenda Satelîtê ya Tayyuen a li eyaleta Şanxiyê bi roketa Long March 2D hatin avêtin.

Dema ku satelaytan piştî avêtinê di pozîsyona xweya orbital a plankirî de rûniştin, ev bû mîsyona veguhestina serketî ya 553-an ku bi roketên Long March pêk tê.

Satelîtên ku bi Radara Aperture Sentetîk a Interferometrîk (InSAR) ve girêdayî ne, ji bo nexşeya pir rast a qalika erdê têne bikaranîn.

Satelaytên InSAR dikarin bi pêlên radarê bi rastbûna çend santîmetreyan tevgerên qalika dinyayê tespît bikin.

Satelîtan ji bo lêkolîna deformasyonên ku ji ber erdhej, teqînên volkanîk, tevgerên cemedan, şimitîna axê û hilweşîna erdê çêdibin, têne bikaranîn.