Amerîka: Li dijî hewilên leskerî yên Çînê, gav tên havêtin!

13 June 2023 15:00 0 dîtin
Amerîka: Li dijî hewilên leskerî yên Çînê, gav tên havêtin!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku li dijî hewilên Çînê yên zêdekirina kapasîteya xwe ya leşkerî ya li seranserê cîhanê, hewilên dîplomatîkê tên kirin ku ev yek bê astengkirin.

Antony Blinken, beriya serdana Pekînê di civîna çapemeniyê de daxuyanî da û diyar kir ku sîxuriya Çînê ya li Kubayê, beşek ji kiryarên hewildana gerdûnî ya hikûmeta Pekînê bûn.

Blinken bal kişand ser gavên dîplomatîk ên ji bo astengkirina hewildanên Çînê yên ji bo zêdekirina hêza xwe ya leşkerî li çar aliyê cîhanê hatine havêtin û diyar kir ku haya rêveberiya Donald Trump ji çalakiyên berhevkirina îstîxbaratê yên Çînê yên li Kubayê hebûye, lê belê di rêgirtina wê de pêşkeftinek têr bidest nexistine û got,

"Ez nikarim her gava ku em bihavêjin rave bikim, lê stratejî bi dîplomasiyê dest pê dike."