Çînê wesayîta fezayê sand aliyê tarî yê heyvê: Wê 2 kîlo nimûne werîne dinyayê

03 May 2024 19:05 0 dîtin
Çînê wesayîta fezayê sand aliyê tarî yê heyvê: Wê 2 kîlo nimûne werîne dinyayê

PeyamaKurd – Welatê Çînê bi mebesta berhevkirina nimûneyan ji ser rûbera heyvê wesayîta bi navê Chang'e-6 a keşfê şan şand aliyê tarî yê heyvê.

Hate ragihandin ku wesayîta fezayê Chang'e-6 a Meşa Dirêj-5 li gorî dema Çînê li demjimêr 17.27an ji Navenda Pekandina Wesayîtên Fezayê ya Wenchang ku li eyaleta Hainanê ye hate şandin.

Li gorî agahiyên hatine dayîn, wesayîta fezayê piştî veqetîna ji roketa pekandinê tê çaverêkirin di nav 4-5 rojan de bigihe rêgeha heyvê û di serê meha Hezîranê de jî dakeve ser rûbera heyvê.

Wesayîta fezayê wê nimûneyan ji aliyê tarî yê kêmagahî yê heyvê kom bike û piştî 53 rojên xebatên jî vegere dinyayê.

Biryare wesayîta fezayê ya Çînê bi qasî du kîloyan nimûneyên teht û axê bi xwe re werîne. Çînê di 2019an de jî bûbû yekem welatê wesayîta Chang'e-4 daxistibû ser aliyê tarî yê heyvê.