Çînê 4 satelaytên hewayê sandin fezayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Çînê 4 satelaytên hewayê yên ku parçeyên tora peykê "Tienmu-1" pêk tînin şandin fezayê.
Li gorî nûçeya Şînhuayê, peykên ji Navenda Satelîtê ya Ciuchuenê ya li Çola Gobîyê bi roketa hilgir Kuaicou-1A hatin avêtin.
Ev 23yemîn mîsyona veguhestinê ya serkeftî bû ku bi rokêta Kuaicou-1A pêk hat.
Satelaytên ku ji bo karûbarên daneyên meteorolojîk ên bazirganî têne bikaranîn, piştî avêtinê li cîhê xweya orbital a plankirî rûniştin.
Du satelaytên yekem, beşek ji tora satelîtê "Tienmu" ku navê wan bi Çînî tê wateya "Dayika Esman", di 9ê Çile de hatin avêtin. Koma duyemîn a ji çar peykan pêk tê di 22ê Adarê de û koma sêyemîn a ji çar peykan pêk tê di 20ê Tîrmehê hatibûn avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin