Çînê bertek ji gotina Trump a ‘Vîrusa Çînê’ re nîsan da: Li sûna tawanbarkirinê...

17 March 2020 17:22 0 dîtin
Çînê bertek ji gotina Trump a ‘Vîrusa Çînê’ re nîsan da: Li sûna tawanbarkirinê...

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser bergiriyên welatê xwe yên bo nexweşîna vîrusa korona doh li ser twitterê peyva ‘vîrusa Çînê’ bikar anîbû.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Ging Şuang, di civîneke rojnamevanî de bertek nîşanî gotinên Trump da û wiha got: 

"Hin siyasetmedarên Amerîkî bi têkilkirina coronavirusê hewa reşkirina Çînê didin. Em vê bi hêrs pêşwazî dikin. Em bang li Amerîkayê dikin ku dawî li tawanbarkirina Çînê bîne. Karê sereke yê civaka navdewletî têkoşîna hevbeş a li dijî vîrusê ye. Divê Amerîka di warê ewlehiya tenduristiyê de hevkariyê bi civaka navdewletî re bike û roleke erênî bibîne.”

Vîrusa koronayê pêşî li Vuhan a Çînê derketiye holê û heta niha li wî welatî 80 hezar û 881 tûşbûyî hene û li dor 3 hezar û 300 kesan jî can dane. Li Amerîkayê jî hejmara tûşbûyên vîrusê bûye 4 hezar û 661 kes li gorî amarên fermî.

Herwiha yekem welatê ku nexweşîna covid-19 kontrol kiriye jî welatê Çînê ye ku di ragihandina herî dawî hat gotin, di 24 saetên dawî de tenê kesekî tûşbûyê vîrusa korona hatiye tomarkirin.

Li seranser dinyayê li bêhtirî 150 welatan ew covid-19 li ser bêhtirî 180 hezar kesan belav bûye û hejmara giştî ya kesên can dane jî 7 hezar kesan derbas kiriye.