Çînê ji bo coronavîrusê 50 milyon dolar bo WHOyê bexs kir
PeyamaKurd – Li demeke ku Amerîka Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) bi hevkariya Çînê û veşartina agahiyên derbarê pandemiya vîrusa koronayê de tohmetbar dike de, welatê Çînê du caran bi milyon dolaran pere bo WHOyê bexşand.
Serokê Amerîka Donald Trump her roj tohmetên li ser WHOyê tîne ziman û hefeteya borî jî budçeya wan qut kiribû.
Hat ragihandin ku di vê maweyê de, Çînê jî carekê 11ê Adara 2020an 20 milyon dolar dabû û niha jî 30 milyon dolarên din bo WHOyê dibexşîne daku di têkoşîna xwe ya rûbirûbûna Covid-19 de bikar bîne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Geng Şuang, ragihand ku ew dê 30 milyon dolar bo piştgiriya têkoşîna coronavîrusê ji WHOyê bibexşînin.
Geng got ku wan 11ê Adarê jî 20 milyon dolar daye WHOyê û diyar kir, “Di vê rewşa krîtîk de, piştgiriya WHOyê tê wateya piştgiriya piralîbûn û hevkariya gerdunî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin