Civîna peymana dexlê wê di 10 ê adarê de li Cenevre bibe
PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku wê civîna peymana dexlê ya di navbera heyeta Rûsya û heyeta Neteweyên Yekgirtî de, di 13 ê adarê de li bajarê Cenevre çêbibe. Zaharova ragihandina xwe di civîna heftane ya li Moskovayê de kir. Zaharova behsa peymana Îstenbolê ya ku di 22 yê temmûzê de çêbû kir û got wê di 13 ê adarê de heyetên NY û Rûsyayê îstîşarên xwe bikin.
Zaharova got ku eger astengiyên li ber sewqiyata berhemên çandinî û gubrê yên Rûsyayê ranebin îhtîmala dirêjkirina peymanê qels e.
Zaharova li ser mijara teqînên di xetên Batı, Kuzey Akımê 1,2 de axifî û got di mijarê de daxwazê ji Almanya, Îsveç û Danîmarkayê kirine ku bi Rûsya re ji bo lêpirsînekî berfireh bikin, bicivin û weha got:
“Daxwazên me nedan ber çav. Rojava di mijarê de ji, têkiliyên bi Rûsya re direve.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin