Civîna 'Sûriye' li Erebîstana Siûdî

15 April 2023 12:02 0 dîtin
Civîna 'Sûriye' li Erebîstana Siûdî

PeyamaKurd – Welatên Civata Hevkariya Kendavê (GCC) û wezîrên derve yên Misir, Urdun û Iraqê li Erebîstana Siûdî civiyan û hewldanên çareseriya siyasî ji bo krîza Sûriyê nirxandin.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin, hevdîtina li ser vexwendina Wezîrê Karên Derva Feysel Bîn Ferhan di dema sahûrê de hat kirin, di çarçoveya "şêwirên ku di warê berjewendiyên hevpar de xebat bên kirin" hat kirin.

Di daxuyaniya ku wek mijarên sereke yên Filistînê hat binavkirin de, pêkanînên Îsraîlê yên ji bo têkbirina çareseriya dudewletî û êrîşên wê yên li ser Mescîda Eqsayê ya li Qudsa dagirkirî hatin şermezarkirin.

Di hevdîtinê de behsa hewlên çareseriya siyasî yên derbarê kirîza Sûriyê de jî hate kirin û di derbarê vegerandina Sûriyê ji bo ser xaka Erebî û dabînkirina ewlekarî û aramiyê li wî welatî de nêrînên xwe gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:

"Wezîran tekezî li ser giringiya şerê her cure terorîzmê û bazirganiya madeyên hişbir kirin, herwiha parastina serweriya li ser xaka Sûriyê û bidawîkirina destwerdanên derve di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de ji bo bidawîkirina hebûna milîsên çekdar jî kirin."