Têkiliyên Sûriye û Erebîstana Siûdî asayî dibin
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Sûriye û Erebistana Siûdî piştî Cejna Remezanê xwe amade dikin balyozxaneyên xwe vekin.
Hate pêşnîyar kirin, Erebistana Siûdî piştî 7 salan li ser vegerandina pêwendiyên dîplomatîk ên bi Îranê re li hev kir, wê ji nû ve têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyeyê re saz bike.
Sê jêderan haydar diyar kirin ku pêwendiyên navbera Erebistana Siûdî û Sûriyê piştî rêkeftina ji nû ve danîna pêwendiyên dîplomatîk di navbera Îran û Erebistana Siûdî de zêde bûne û got, Sûriye û Erebistana Siûdî xwe amade dikin piştî Cejna Remezanê bi hev re balyozxaneyên xwe vekin.
Hat ragihandin, ev peyman di encama danûstandinên bi rayedarekî payebilind ê îstixbarata Sûriyeyê re li Erebîstana Siûdî hatiye kirin. Çavkaniyan diyar kirin, berpirsê pilebilind ê îstixbarata Sûriyê bi rojan li Riyada paytexta Erebistana Siûdî maye û gotin, berpirsê navborî Serokê Komîteya Îstîxbarata Sûriyê Husam Luqa ye.
"Ji Qeterê daxuyanî"
Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Mecîd Bin Mihemed El Ensarî bal kişand ku helwesta Qeterê ya derbarê krîza Sûriyê de li ser du prensîbên bingehîn e û wiha got: "Ya yekem pêngavên ku rêveberiya Esed ber bi çareseriya siyasî ve diavêje ye û ya duyemîn jî Nêzîkatiya cîhana Ereb ji van gavan re."
Ensarî diyar kir, welatê wî di gelek destpêşxeriyên ku ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê pêk tên de cih digire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin