Têkiliyên dîplomatîk ên Erebistana Siûdî û Sûriyeyê
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî bi hevtayê xwe yê Sûrî re li ser rêyên başkirina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Prens Feysel Bin Ferhan îro li baregeha wezaretê ya li Riyadê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Dr. Bi Feysel Mîkdad re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de rêyên xurtkirina pêwendiyên dualî û mijarên berjewendiyên hevpar hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de Misteşarê Karûbarên Siyasî yê Erebistana Siûdî Dr. Siûd el-Satî û Şêwirmendê Wezîrê Derve Mihemed El-Yahya jî beşdar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin