Netanyahu ji Erebîstana Siûdî re: Em dixwazin têkiliyên dîplomatîk ava bikin
PeyamaKurd – Îsraîlê derbarê Erebîstana Siûdî de li ser peymanên asayîbûnê yên bi welatên Ereb re çêkiribûn, daxuyaniyek da. Netanyahu diyar kir, ew dixwazin bi Erebîstana Siûdî re têkiliyên dîplomatîk deynin.
Binyamîn Netanyahûyê serketî yê hilbijartina Îsraîlê da zanîn, ew hêvî dikin ku bi Erebistana Siûdî re têkiliyên dîplomatîk ên tam ava bikin û wiha got, "Ji bo aştiyeke berfireh a di navbera Îsraîl û cîhana Ereban de wê bibe pêngaveke mezin. Wê herêma me biguhere, bi awayên ku nayên xeyal kirin."
Benjamin Netanyahu ku di hilbijartinên giştî yên pêşwext ên li Îsraîlê de bi ser ket, ji bo avakirina hikûmetê hat wezîfedarkirin. Netanyahu di peyama xwe ya têkildarî pêvajoyê de got, ew ê hewl bidin bi Erebîstana Siûdî re têkiliyên dîplomatîk ên tam deynin.
Netanyahu di hevpeyivîneke "kêm" ligel televizyona El-Erebiye ya Erebistana Siûdî, bal kişand ser wê yekê ku ew dixwazin rêkeftina asayîkirinê ya bi navê "Îbrahîm" ku bi hin welatên Erebî re hatiye îmzekirin berfirehtir bikin û diyar kir ku ew hêvî dikin ku di vê çarçoveyê de bi Erebistana Siûdî re jî lihevkirineke bi vî rengî pêk were û bi Riyadê re têkiliyên dîplomatîk ên tam deynin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin