Sûriye ji Erebistana Siûdî: Sandeya dîplomatîk ji nû ve dest bi xebatan kir
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragihand, nûneratiya wê ya dîplomatîk li Sûriyê ji nû ve dest bi xebatan kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdî da hat gotin, "Erebistana Siûdî biryar da ku xebatên xwe yên dîplomatîk ên li Sûriyeyê ji nû ve bide destpêkirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev yek ji bo xurtkirina pêwendiyên biratiyê û pêşxistina ewlehî û aramiya herêmê û herwiha bicihanîna peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi biryara Komkara Erebî ya di 7ê Gulanê de hatiye girtin.
Wezîrên karên derve yên welatên endamê Komkara Erebî di civîna xwe ya 7ê Gulanê de li Qahîreya Misirê li ser vegerandina Sûriyê ji bo yekîtiyê li hev kirin.
Encumena Wezîran a Erebistana Siûdî eşkere kir, ew pêşwaziyê li vegera Sûriyê li ser kursiya xwe di Komkara Erebî de dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin