Erebistana Siûdî: “Em amadene eskeran bisînin Sûriyeyê”

18 April 2018 00:36 0 dîtin
Erebistana Siûdî: “Em amadene eskeran bisînin Sûriyeyê”

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyr ragihand, ku di rewşek pêkanîna amadekirina koalisyonek berfireh de Siûdî amade ye eskeran bişîne Sûriyê.

Adil Cubeyr piştî civîna xwe ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres, konferansek rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin.

Di konferansa rojnamevanî de Cubeyr diyar kir, "Axaftin tên kirin, di çarçoveya koalisyona islami ya dijî terorê de, Siûdî amade ye eskeran bişîne Suriyê."

 

Herwiha Rojnameya Amerîkî ya bi navê Wall Street Journalê ragihandibû ku Amerîka hewl dide li Rojavayê Kurdistanê yekîneyeke nû ava bike. Ev yekîne wê cihê hêzên Amerîkî yên li Bakurê Sûriyê bigire û piştî DAIŞê wê ewlehî û aramiyê li herêmê pêk bîne.

Di heman nûçeyê de hatibû diyar kirin ku Amerîka ji Siudî Erebîstan, Qeter û Mîrekên Ereb yên Yekbûyî hem eskerî û hem jî ji aliyê aborî ve alîkariyê dixwaze. Ji bo vê yekê bi van her sê dewletan re pêwendî hatiye danîn.