Ciwanê Efrînî li Almanyayê hate kustin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarê Darmstadt ê Almanyayê Kurdekî ciwan ê ji Efrînê yê bi navê Mihemed Îsmet ji aliyê 3 kesan ve hatiye kuştin.
Polêsê Alman di raportekê de ragihand ku termê kesekî bi navê Mihemed Îsmet ku bi skencê hatiye kuştin hatiye dîtin.
Li gorî daxuyaniyê 3 gumanbar jî hatine desteserkirin ku tê texmnkirin destê wan di kuştina Mihemed Îsmet de hebûye.
Hate ragihandin ku ew her sê kes, bi koordîneya polêsên Alman û Frensî, ji aliyê polêsên Frensî ve li Parîsê hatine desteserkirin.
Polês diyar kir ku Mihemed Îsmet, di malekê de, bi awayekî destgirêdayî ku diyar dibe bi skencê hatiye kuştin hatiye dîtin.
Hate hînbûn ku Mihemed Îsmetê xwediyê 2 zarokan, ji gundê Xelîlê yê bajarê Efrînê yê Rojhelatê Kurdistanê, di 2015an de koçî Almanyayê kiriye û xwediyê kompaniyeke paqijiyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin