Siyasetmedarê Kurd yê Efrînî di hepsa Samê de hate kustin!
PeyamaKurd- Siyasetmedarê Kurd yê Efrînî yê 65 salî Cemal Elî li Şamê di girtîgehê de bi îşkenceyê hate kuştin. Kurê wî Rênas jî bi bavê xwe re di girtîgehê de bû û aqibeta wî jî ne zelal e.
Cemal Elî ji sala 2012an ve li Şamê bêhuqûqî bi kurê xwe re dihate darizandin. Cemal Elî li Şamê di girtîgehê de bi îşkenceyê hate kuştin.
Kurê Cemal Elî yê bi navê Şêro Elî got ku di sala 2012an de bavê min li Şamê li Taxa Zorava ji aliyê rejîma Şamê ve hate girtin. Li gorî gotinên Rejîma Sûriyê bavê min di 26.07.2013ê de şehîd bûye. Wê laşê wî bidine me. Birayê min jî piştî bavê min bi du rojan hatibû girtin û em nizanin bê ka rewşa wî çawa ye. Sax e mirî ye, em nizanin.
Hat ragihandin ku Celam Elî endamê Partiya Kurd a Yekîtiya Demokrat bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin