CNNê dîmenên ku leskerên rûsî li kêleka termên sivîlan xuya dikin belav kir!

28 April 2022 20:27 0 dîtin
CNNê dîmenên ku leskerên rûsî li kêleka termên sivîlan xuya dikin belav kir!

PeyamaKurd – Ligel ku Rûsya înkar dike ku di meha Adarê de li bajarokê Bûça yê paytexta Ukrayna Kîevê komkujiya sivîlan hatiye kirin, CNNê dîmenên nû yên dema ew kuştin pêk hatine belav kirin.

Li gorî dîmenên dronan ên ji aliyê CNN International ve bi awayekî taybet hatine bidestxistin, li kêleka termên sivîlên hatine kuştin leşkerên artêşa Rûsyayê xuya dikin.

Piştî belavkirina van dîmenên dawî wekî delîl tê teyîtkirin ku ew komkujî ji aliyê leşkerên rûsî ve hatine kirin û dibe ev delîl ji bo Dadgeha Tawanan a Navdewletî jî were belgekirin.

Hat diyarkirin ku CNNê, li ser dîmenên dronekê yên 12 û 13ê Adarê lêkolîn kiriye û li gorî cihê cografî hatiye piştrastkirin ku ew dîmen ya Bûçayê ye û leşkerên rûsî jî ligel maşîneya xwe li kolanekê li kêleka terman rawestiyane.

Herwiha CNNê piştrast kiriye ku ew dîmena hatiye bidestxistin heman dîmena termên sivîlan e ku ji aliyê kompaniya Maxar a Amerîkî ve bi peykê hatibûn girtin.

Di vîdyoya droneyê ya 12ê Adarê de jî leşkerên rûsî yên li ber xaniyekî rawestiyane xuya dikin ku wesayîta xwe jî li wir danîne û termên gelek sivîlan jî di wê dîmenê de xuya dikin.

Rûsyayê kuştina sivîlan  li Bûçayê red kiribû û dîmenên beriya niha hatibûn belav kirin jî wekî dîmenên mîzansen û sexte binav kiribûn.