Colemêrgê muzîkjenên dawetê hatin girtin!

30 July 2024 10:36 0 dîtin
Colemêrgê muzîkjenên dawetê hatin girtin!

PeyamaKurd - Muzîkjenên herêmî û hosteyê dawetê bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê dikin" di daweteke ku li Taxa Sûmbûla Hekariyê hat lidarxistin de hatin girtin.

Herwiha ji bo îfadeyê bang li kameramenên ku dawet kişandine jî kirin.

Li gorî nûçeya MAyê, dema ku xwediyê dawetê K.D û kameramanên ku dawet kişandibûn ji 7 kesên ku îfadeya wan li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê hatibûn girtin hatin berdan, endamên koma muzîkê ya “Koma Ozgun” sewqî edliyeyê hatin kirin.

Endamên komê N.T., B.U., Î. A. û A.O. T. bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" hat girtin.