Di dawetê de bi Kurdî kilam gotin û hatin girtin

24 February 2018 23:25 0 dîtin
Di dawetê de bi Kurdî kilam gotin û hatin girtin

Hunermendên ku di dawetê de kilamên Kurmancî gotin, tevî xwediyê dawetê hatin zîndanîkirin.

Bûyer li taxa Güngörena Îstenbolê çêbû. Dawet ya Kurda bû û du hunermend di dawetê de bi Kurmancî kilaman gotin. Hêzên asayîşê her du hunermendan û xwediyê dawetê girtin. Piştî girtinê ji aliyê hêzên asayîşê de îfadeyên wan hat sitendin û wan birin pêşberê dadgerê sulh-cezayê.

Dadger bi gumana ku “propaganda rêxistinê kirine” her sê kesan şand zîndanê. Hunermend Îhsan Acet, İnayet Şarkıç û xwediyê dawetê Hikmet Akyol.

Di binçav de ji wan pirsa belavkirina agahiyan di ser medya civakî de jî pirsîne. Bi taybetî yên li ser Efrînê.

Li gor dadgerê dadgehê ku gotiye di destê wan de delîl hene û eger wan berdin bi îhtîmaleka mezin wê birevin.