Cotyarên Polonî car din derketin kuçe û kolanan
PeyamaKurd – Cotyarên welatên Ewrûpayê li ser siyaseta hukumetan ku qanûnên wan dibin asteng li pêşiya cotyaran an ku maliyeta berhemên çandiniyê li ser cotyaran biha dibe mal, li seranserê Ewrûpayê derketibûn xwepêşandanan.
Çend roje ku deng ji cotyaran zêde dernediket lê îro cotyarên Polonyayê daketin kolanan da siyaseta welatên YEyê û ya Polonyayê protesto bikin. Cotyar her weha xwestin ku îtxalata berheman ya ji bo welatê wan ya bê kontrol raweste.
Cotyar bi van daxwazan li Varşovayê li devera Jablonna û Wesolayê bi traktorên xwe rêyan girtin û nehiştin çûnûhat bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin