Li Bexdayê, qedexeya derketina kolanan hat rakirin
PeyamaKurd- Li ser aloziyên ku li Bexdayê dewam dikin, qedexeya derketina kolanan a ku duh hatibû danîn, îro ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ve hat rakirin.
Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr; îro bi rêya daxuyaniyekê bang li alîgirên xwe kiribû û bi dayîna moleta saetekê, alîgirên xwe hişyar kiribû ku ji qadan vekişin. Piştî vê daxuyaniyê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê jî ragihand ku qedexe, bi awayê fermî hatiye rakirin.
Qedexe, li ser daketina alîgirên Sedr a kolanan û xwepêşandanan duh saet di 15:30an de hatibû ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin