Demên qedexeya derketina kolanan a li Kievê guherîn
PeyamaKurd-Li Kievê di qedexeya derketina kolanan de guherîn hat kirin. Li gorî guherînê dê saet di 22:00yan de qedexe dest pê bike û dê heta 05:00an bidome.
Serokê Şaredariya Kievê Vitaliy Kliçko bi rêya medyaya civakî bangewazî li xelkê Kievê kir û agahiya guherîna saetên qedexeyê ragihand. Kliçko xelkê herêmê hişyar kir ku qedexeyên derketina kolanan binpê nekin û hay ji hişyariyên hewayî hebin.
Li Gostomela girêdayiyê paytexta Kievê jî qedexe dê heta 20ê Nîsanê, saet 06:00an dewam bike

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin