Çûn û hatina bajarê Mersinê bo 15 rojan hat qedexekirin

16 June 2020 21:38 0 dîtin
Çûn û hatina bajarê Mersinê bo 15 rojan hat qedexekirin

PeyamaKurd- Parêzgeha bajarê Mersinê ragihand ku bo 15 rojan civîna meydanan, pêşwazîkirina komkî, verêkirina bi qelebalix, vegirtina çadir û konan, danîna standan, çûn û hatina nava bajêr bo 15 rojan hatiye sînorkirin. Parêzgeh dibêje di bin navê “Bernama Têkoşîna Demokratî” de plana çalakiyên ku hatine çêkirin, dê bê provokekirin û talûke heye ku bikin qewimandineka civakî.

Di ragihandina parêzgehê de hat gotin ku planên hatine çêkirin dibe sedema belavbûna Kovid-19 ê û nabe ku tenduristiya milletê bikeve talûkê û hem nexweşîn ji hinekan bigihê hinekên din.

Bi van sedeman Parêzgeh biryara kirinên jorê daye û îşev ji 24.00 ê şevê (16.06.2020) qedexe destpêdike û heya 15 rojan dewam dike. Bo parastina asayîşa bajêr jî parêzgeh weha ragihand:

“Civînên çapemeniyê tenê di nava avahiya partiyan de an li ber avahiyê dikarin bikin lê wê jimara beşdaran ji 50 kesî derbas nebe û hem mesafeya navbera beşdarvanan divê bê parastin. Meş û civînên ku hatine plankirin, bi pêşwazîkirin û verêkirina mirovan, dikarin bibin sedema belavbûna nexweşînê lewra hatine qedexekirin. Parlementer ne di nav de lê wê ti grûb nekeve nav bajêr û ji nava bajêr derneyên. Li baxçe û parkan vekirina stendan hatiye qedexekirin ji ber ku dikarin bibin sedema belavbûna Kovid-19 ê.”