Çûna Aysegul Dogan a Parîsê hate astengkirin: Wê besdarî civîna Komîsyona Ewropayê bibûya
PeyamaKurd - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ku ji bo biçe paytextê Fransa, Parîsê çû Frokexaneya Stenbolê, ji aliyê polêsên Tirkiyeyê ve, bi egera “qedexeya wê ya derketina derve heye” hate astengkirin.
Hate ragihandin ku Berdevka DEM Partiyê û Parlamentera Şernexa bakurê Kurdistanê Ayşegul Dogan, şeva çûyî, bi mebesta beşdarî civîna Encumena Parlamenteran a Komîsyona Ewropayê bibe biçe Parîsê, çû Frokexaneya Stenbolê, lê belê li gel hemû prosedurên pêwîst ên frînê temam bûn jî, beriya ku froke rabe bi 10 xulekan polêsan biryareke dadgehê nîşan dan û jê re gotin ku ew nikare biçe derveyî Tirkiyeyê.
Hate hînbûn ku beriya bibe parlamenter qedexeya Ayşegul Doganê ya çûna derveyê Tirkiyeyê hebûye, lê belê piştî ku ew bûye parlamenter ev qedexe rabûye.
Ayşegul Doganê ev yek ji hêzên ewlehiyê re got, lê belê wan dîsa jî destûr nedayê.
“Divê Serokê parlamentoyê bi xwe zelal bike”
Ayşegul Doganê piştî vê yekê ragihand ku rêwîtiya wê hatiye astengkirin û gote ku "Divê Serokê Parlamena Tirkiyeyê bi xwe vê mijarê zelal bike ka çima ez wek endameke parlamentoyê û parlamenterekê beşdarî civîna li Parîsê nebûme."
Hatibû plankirin ku Berdevka DEM Partiyê di navbera 3-4ê Pûşperê de li Parîsê beşdarî civîna Encumena Parlamentan a Komîsyona Ewropayê bibe.
Dê Parlamenterên AK Partiyê Sevan Sivacioglu û Mustafa Canbey, Parlamenta CHPyê Gokçe Gokçen û Parlamentê Partiya Saadetê Kani Torun jî beşdarî civînê bibûna.
Ji ber şopandina nûçeyan doz lê hatibûn vekirin
Ayşegul Dogana ku berê rojnameger bû, ji ber şopandina çend nûçeyên li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di derbarê wê de doz hatibûn vekirin.
Piştî ku di hilbijartinên giştî yên sala borî de bû parlamenter, darizandinên wê hatibû rawestandin û qedexeya wê ya derketina derveyê Tirkiyeyê jî hatibû rakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin